Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kobanê, Şehba û navçeya Til Temirê û topbaran kirin.
Beriya niha bi çend saetan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Um El Xêr ê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kirin.
Her wiha di saetên nîvro de jî dagirkeran gundê Zor Mixar ê rojavayê bajarê Kobanê hat topbarankirin..
Vê sibehê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora navçeya Til Rifetê û gundên Şêx Îsa yên Şehbayê hat topbarankirin.