Zeyneb Mûrad: Dewleta Tirk bi rêya hinek hêzên navxweyî rê nade kongreya netewî bê lidarxistin

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Murad ragihand ku dewleta Tirk bi rêya hinek hêzên navxweyî, rê nade kongreya netewî were lidarxistin .

Zeyneb Murad derbarê astengiyên li pêş lidarxistina Kongreya Netewî de axivî.

Zeyneb da zanîn ku dewleta Tirk ji bo ku hewldanên lidarxistina kongreya netewî bi ser nekevin, hemû hêza xwe bikartîne.

Zeyneb Murad dibêje:

“Dewleta Tirk bi rêya hinek hêzên navxweyî ku bi wan re di nav peywendî de ye, bandorê li ser mala Kurdan çêdikin.

Mixabin niha nav mala Kurdan ji 4 parçeyan zêdetir bûye, ev jî bi hewldana dagirkeran pêkhatiye.

Ev yek bandorek xirab li ser yekbûn û yek helwestiya hêzên Kurdî çêkiriye.

Ji bo vê divê hêzên Kurd ji bin bandora hêzên dagirker derkevin û bibin yek. ”

Zeynep Mura di dawiya axaftina xwe de got:

“Divê lidarxistina kongreya netewî ne tenê erkê aliyên siyasî be, erkê kesayet, rewşenbîr û rêxistinan jî be.

Back to top button