ŞAHOZ HESEN: DESTEYA DESTÛRÎ BÊYÎ RÊVEBERIYA XWESER BISER NAKEVE

Hevserokê PYD ê Şahoz Hesen mijara avakirina desteya destûrî û sedema nebeşdariya kurdan di danûstendinan de ji rojnameya Şerq Elewset re nirxand. Hesen diyar kir ku Koma Biçûk a Dewletên Koalîsyonê piştevaniya beşdariyê dike, li rexê jî dubare Rûsya li ser pêwîstiya beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya destûrê axivî.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Şahoz Hesen li ser beşdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya diyalogên Cinêv de ji rojnameya Şerq El-Ewset re axivî.

Şahoz Hesen got:” Ne pêkane danûstendinên Desteya Destûrî bêyî beşderiya nûnerên Rêveberiya Xweser biser bikevin.”

Hesen diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şerê terorê kirine û DAIŞ têkbirine, ji lewre pêvajoya siyasî û desteya destûrî bê beşdariya wan nepêkane.

” Di civînên dorvegr ên li gel Koalisyona navdewletî de, di serî de Emerîka û Fransa, hemû endam pêwîstiya beşdariya me di danûstendinan de dibînin, bi taybet di desteya destûrî de. Rûsiya jî hertim behsa pêwîstiya tevlîkirina nûnerên Rêveberiyê û QSD ê dike. Lê heta niha ti vexwendineke fermî yan jî gaveke cidî di vî warî de nehatiye avêtin.”

HEVSEROKÊ PYD’Ê ŞAHOZ HESEN:
EMÊ CIVÎNAN LI GEL ALIYÊN RIKBERIYA SÛRÎ BERDEWAM BIKIN

Derbarê civîna Parîsê de jî Hesen da zanîn ku ev civîn berdewamiya civînên ku di hundir Sûriyê de pêk hatine û wiha dewam kir:

” Me 3 hevdîtin bi aliyên cuda ji rikberiya Sûrî re kir, didu jê li Eyn Îsa û yek jî li Kobanê, her weha emê rêze hevdîtin û komxebatan li dewletên Rojavayî û Erebî jî pêk bînin. Armanca me jî em li gel rikberiyê bigihêjin nêrîneke hevbeş û lihevkirineke demokratîk.”

HEVSEROKÊ PYD’Ê ŞAHOZ HESEN:
DÛRXISTINA ME JI DANÛSTENDINAN JI BER NIJADPERESTIYA DEWLETA TIRK Û RÊJÎMA SÛRÎ YE

Hevserokê PYD tekez kir ku dûrxistina Kurdên Sûriyê ji danûstendinan ji ber nijadperestiya Dewleta Tirk û rêjîma Sûriyê ye.

Hevserokê PYD Şahoz Hesen eşkere kir ku hin kêşeyên nakok bi parçeyekî ji rikberiya Sûrî re heye û weha bi dawî kir:

” Her kes dizane ku dewleta Tirk ta niha Efrînê ku bajarekî kurdan e bi rêya komên xwe yên çete yên girêdayî hevbendiya Sûrî dagir dike û kiryarên dermirovî derheqê gelê me de pêk tîne. Ji ber vê jî berya danûstendinan divê siyaseta guhertina demografiya efrînê were seknandin.”

Leave a Reply

Back to top button