PENTAGON: HÊZÊN EMERÎKÎ LI BAKURÊ SÛRÎ HETA DEMEKE NEDIYAR DIMÎNIN

Wezîrê Parastinê yê demkî yê Emerîkî ragihand ku Hêzên Emerîkî heta demekî nediyar wê li Bakurê Sûrî bimînin.

Duh di civîna Parlemantoya Emerîkî ya girêdayî Kongresê de li ser navê Pentagonê, wezîrê parastinê yê demkî yê Emerîkî Mark Esper axivî.

Esper da xuyakirin ku ji bo parastina herêmê li dijî bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê, nemaze şaneyên razayî wê hêzên Emerîkî li herêma Bakurê Sûrî heta demeke nediyar bimînin.

Herî dawî jî Birîtanya û Fransayê ragihandibûn ku ew ê hêzên xwe li herêma Bakurê Sûrî zêdetir bikin.

Di Kanûna borî de serokê Emerîkayê Dunald Trump ragihand ku ew ê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.

Li dijî vê biryara Trump gelek bertekên nerazîbûnê derketin, nemaze ku metirsiya terora çetetên DAIŞ’ê hîn li ser şêniyên herêmê dewam e.

 

Leave a Reply

Back to top button