Çalakiya Mertalên Zindî ya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer di roja 24’an de dewam dike.
Ji bilî serdanên welatiyan, mertalên zindî jî diçin serdana gel û destek dixwazin.
Duh jî, Mertalên Zindî, çûn serdana endamên eşîra Sûrçî yên ku derketine zozanên Biradostê.
Endamên eşîrê xêrhatina mertalên zindî kir û desteka xwe ji bo wan anî ziman.
Ciwanên Mertalên Zindî di dawiya serdana xwe de daxuyaniyek dan.
Ciwanan bang li hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku destur nedin êrîşên dagirker ên rejîma Tirk.
Her wiha êrîşên rejîma Îranê yên bi tank û topan jî bi tundî hatin şermezarkirin.
Ciwanên Mertalên Zindî teqez kirin ku eger gerîlla nebe, wê çeteyên wekî DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker axa Başûrê Kurdistanê talan bikin.
Daxuyanî bi sloganên “Bijî Kurd û Kurdistan” û “Bimre dagirkerî” bidawî bû.