Girtî Bariş Keve jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk Li bakurê Kurdistanê di girtîgehana de kuştina dîlgiriyên siyasî didomîne.
Vê carê Girtiyê siyasî Bariş Keve li girtîgeheke Meletiyê, li hucreya yek kesî hate kuştin.

Hat ragihandin ku Bariş Keve yê 25 salî hefteyek bû hucreya yek kesî de hatibû hiştin.

Rêveberiya girtîgehê saet 22:00 li malbata Keve geriya û îdîa kir ku Bariş Keve xwe kuştiye.

Birayê kesê navborî, Îlkkan Keve got:

”16’ê Îlonê roja Înê ez bi Bariş re axivîm û rewşeke wî ya neyînî tune bû.

Bariş Keve li Edîrneyê hatibû girtin û cezayê 6 sal û 3 mehan lê hatibû birîn.

Ew beriya 5 mehan sewqî Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hatibû kirin.

Hefteyek jî bi bahaneya ‘sûcên dîsîplînê’ ew xistibûn hucreya yek kesî.

Back to top button