Îro li Rojhilatê Kurdistanê her der girtî ye. Xelkê wir ji bo Jîna Emînî greva giştî dan destpêkirin.
Beşek ji partî û rêxistinên sivîl yên Rojhilat banga destpêkirina greva giştî li dijî kuştina Jîna Emînî kiribû.
Li ser vê bangê xelkê Rojhilatê Kurdistanê îro sibehê li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest bi greva giştî kirin.
Dîmen yên Rojhilat in, weke di dîmenan de jî diyar dibe xelkê hemû dikanên xwe girtine û grev dest pê kiriye.
Hêjayî bîrxistinê ye ku PJAK û KODAR jî bang li xelkê kiribûn 19’ê Îlonê an ku îro dakevin qadan.
Jîna Emînî bi hinceta ku porê wê derketiye, ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû êşkencekirin.
Piştî 3 rojan ji wê êşkenceyê Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.