Di şerê navbera Qirxiz û Tacîk de jimara miriyan gihişt 100’î

Rûsya ya ku bi şerê li Ukrayna daketî, bandora xwe ya li ser welatên di bin deshilata wî de kêm dike.
Li welatên Asya Navîn di nava demên dawiyê de alozî zêde bûye.
Piştî Azerbeycan û Ermenîstanê, niha jî şerê navbera Tacîk û Qirxiz de fikarên gelo Rûsya hêza xwe ya li herêmê winda dike daye avakirin.
Di şerê navbera herdû welatên cîran de, jimara kesên mirî nêzî 100’î bû.

Di nava welatên Komara Sovyeta berê de, alozî zêde bûye.

Li sînorê Qirxiz-Tacîkê di navbera 14-16’ê Îlonê de li ser nakokiya sînor şer derket.

Di şer de aliyan tank, hewan, roket û balafirên êrîş bikar anîn.

Beşên dirêj ên sînor ku her du dewlet pê ji hev vediqetin, bi niqaş in.

Di Nîsana 2020’an de ji ber şer 50 kes hatin kuştin û îhtimala pevçûneke mezintir zêde bû.

Pirsgirêkên sînorî yên Asyaya Navîn, bi piranî ji serdema Sovyetan diqewimin.

Doh derengiya şevê Qirxizîstanê ragihand ku di şer de 13 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Bi vê yekê re jimara miriyan derket 59’an û 102 kes jî birîndar bûne.

Berê jî hatibû gotin, nêzîkê 137 kes ji cihê şer hatine derxistin.

Hikûmetê ji bo yên jiyana xwe ji dest dan rojek şîn îlan kir.

Çapemeniya Qirxiz şer wek dagirkerî pênase kir û da zanîn ku beşeke ji kesên roja Yekşemê ji herêma şer hatine derxistin, vegeriyane malên xwe.

Tacikistanê jî diyar kir ku 35 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Karê Derve ya Tacikistanê destnîşan kir ku Qirxiz bi kampanyayeke medyayê li dijî vê yekê dewam dike û da xuyakirin ku Serokdewletê Qirxiz Sadyr Japarov, di axaftinek xwe ya roja Şemiyê de gotiye Tacikistan dijmin e.

Her du aliyan, 16’ê Îlonê agirbest ragihand û agirbest tevî çend bûyerên bombebarankirinê ku tên îdiakirin, dewam kir.

Kremlînê got,

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin doh roja Yekşemê bi telefonê bi Japarov û Serokdewletê Tacikistanê yên payebilind Emomalî Rakhmon re axiviye.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat gotin, Putin ji bo alozî zêdetir nebe banga çareseriyê bi rêyên aştiyane, siyasî û dîplomatîk demildest li her du aliyan kiriye.

Back to top button