Biden: Di rewşa êrişê de em ê Taywanê biparêzîn

Di demekî ku Çîn li derdora Taywanê dizivire de, ji Amerîka helwestek tund derket.
Serokê Amerîka Biden cara yekem di dîroka welat de bi awayekî eşkere Çîn hişyar kir û got:
Di rewşa êrişeke li ser Taywanê de wê leşkerên Amerîka gravê biparêzin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden li ser nakokiya Çîn û Taywanê daxuyanî da kanala televîzyonê CBS ya Amerîkî.

Li ser pirsa di dema êrişeke leşkerî ya Çînê li ser Taywanê ku doza mafê serweriyê dike de hûnê Taywanê biparêzin? Biden got:

Erê em ê di rewşa êrişê de biparêzin.

Biden di heman demê de bersiva pirsa gelo wê leşkerên Amerîkî berevajî Ukrayna, Taywanê biparêzin bi “erê” da.

Daxuyaniya Biden wekî daxuyaniya herî zelal a di asta serokatiyê de ji hêla Amerîkayê ve derbarê aloziyên Çîn û Taywanê de hate dayîn, ket dîrokê.

Berdevka Koşka Spî têkildarî daxuyaniyên Biden diyar kir ku helwesta Amerîkayê ya derbarê Taywanê de neguheriye û wiha got:

“Serok beriya vê yekê di destpêka îsal de li Tokyoyê ev tişt anîbû ziman.

Bi awayekî zelal hat nîşanda ku polîtîkayên me yên Taywanê de ti guhertin çênebûye.”

Taywan gotinên Biden bi keyfxweşî pêşwazî kir

Wezareta Karê Derve ya Taywanê derbarê daxuyaniyên Biden de spasnameyek weşand.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, “Amerîka weke kevirekî bihêz ewledariyeke xurt daye.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku Taywan wê hêza xwe ya xweparastinê bi pêş bixîne û hevkariya nêzîk ya bi Amerîkayê re jî kûrtir bibe.

Ji Çînê heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi di destpêka meha Tebaxê de bo Taywanê, di çarçoveya gera wê ya Pasîfîkê de bû sedema krîzeke dîplomatîk di navbera Çîn û Amerîkayê de.

Piştî serdanê artêşa Çînê li dijî Taywanê tetbîqateke leşkerî ya berfireh organîze kir û bertek nîşanî Amerîkayê da.

Back to top button