Li Efrînê dagikeran ji bo berdana welatiyekî ku revandine 40 Milyon lîre ji malbata wî xwestin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dewam dikin. Çeteyan welatiyekî ku revandibûn ji bo berdana wî, 40 milyon lîre ji malbata wî xwestine. Li aliyê din jî çeteyên dewleta Tirk di vê dema berhevkirina zeytunan de bacên giran li welatiyan ferz dikin.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê her diçe zêde dibe.

Dagirkeran beriya mehekê welatiyê 66 salî ê bi navê Şêxo Hemo yê ji gundê Dîkê yê navçeya Raco ku piştî 4 salan ji koçberiyê vegeriyabû Efrînê revandin.

Rêxisitna Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên koma bi navê Feyleq El Şam welatiyê temen mezin revandin, ji bo berdana wî 40 milyon lîreyê Sûriyê ji malbata wî xwestine.

Muxtarê gundê Hec Hesena yê Şiyê Mistefa Naso ji ber giliyê çeteyên ku darên gund dibirin kiribû hate girtin û piştî dayîn fidyeyê hate berdan.

Lê çeteyan piştî berdana wî nehiştin vegere gund.

Malpera Efrîn Post ragihand ku istixbarata Tirk agahî dane muxtarên gelek gundên Efrînê ku lîsteyekê bi navê kesên ji koçberiyê vegeriyane Efrînê û cihên jê vegeriyane bidin wan.

Istixbarata Tirk li gundên Berbenê, Guliyê, Badîna, Quta, Dîkê, Kurka û Hiyatiyê geriyabûn û agahî dan muxtarên gund.

Hate zanîn herî dawî 100 malbat ji Tirkiyê û Lubanaê vegeriyan Efrînê û tenê 4 ji wan karîbûn malên xwe yên desteserkirî vegerînin.

Dagirkeran bacên giran li xwediyê darên zeytunan ferz dikin

Li aliyekî din, bi nêzîkbûna dema berhevkirina zeytûnan, çete berhemên zeytûnê yê welatiyan didizin.

Çeteyan dest danîn li ser zeytûnên gundê Enderiye, Çolaqa, Kefer Delê, Kawirkan, Feqîran û Qoçmanê yên Cindirêsê Li aliyekî din jî, çeteyan li ser xwediyên zeviyên zeytûnê ji 20% bac ferz kirine.

Back to top button