691 Parêzerên ji Sûriyê banga hevdîtina bi rêber apo re kirin

Tecrîda giran ya li ser rêber Apo her diçe girantir dibe. Ev yek jî li welat û derveyî welat dibe sedam hêrs û fikarên mezin. 691 parêzerên ji Sûriyê nameyek ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re şandin banga hevdîtina bi Rêber Apo re kirin. Derbarê vê yekê de îro li Qamişloyê daxuyaniyek hate dayîn. Bi heman rengî 756 parêzerên ji Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur jî ji bo hevdîtina bi rêber Apo re serlêdan kirin.

Bertekên li dijî Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê zêde dibin.

691 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûrî nameyek ji Wezareta Edaletê ya Tirk re şandin.

Derbarê mijarê de îro li Qamişloyê bi amadebûna hejmareke zêde parêzeran daxuyaniyek hate dayîn.

Di namyê de hate gotin:

“Em ji rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên din ku agahî ji wan nayên girtin, bi fikarin.

Ji Tîrmeha 2011`an de hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hatiye qedexekirin. Ev kiryar li dijî pîvanên demokratîk e.

CPT’yê ragihandibû ku rewşek bi vî rengî nayê qebûlkirin û li dijî qanûn û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye.”

Parêzeran di dawiyê de banga dayîna destûra hevdîtina bi rêber Ocelan re kirin.

Li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur 756 parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî diyar kir 756 parêzerên ji Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur ji bo hevdîtina Rêber Apo re serlêdan kirine.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got:

“Ji Fas, Filîstin, Herêma Kurdistanê ya Federe, Iraq, Lubnan, Misir, Rojava, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzeran serî li Wezareta Edaletê dane û xwestine bi rêzdar Ocalan, rêzdar Yildirim, rêzdar Konar û rêzdar Aktaş re yên ku ji zû ve ye haya me ji wan tune, hevdîtinê bikin.”

Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha hate dewam kirin,

“Hempîşeyên me xwestine li Silêmaniyê daxuyaniyekê çapemeniyê bidin lê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê asayîşa Silêmaniyê hate astengkirin.

Ev jî mînak e ku tecrîda navneteweyî çiqasî berfireh e û çima divê mirov li hemberî wê têbikoşe.

Hempîşeyên me yên ku daxuyaniyên nivîskî û çapemeniyê dane, diyar kirine ku fikr û felsefeya rêzdar Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kiriye, li Rojhilata Navîn a ku ketiye krîzê Ocalan hêza çareseriyê ya herî pê bawer e û divê tecrîd were rakirin.

Em spasiya hemû hempîşeyên xwe dikin.”

44 Parêzerên ji Başûrê Kurdistanê ji bo çûyîna Îmraliyê îmze dan

Bi heman armancê li Başûrê Kurdistanê jî kampanyayek hate destpêkirin.

Komîteya Amadekar a kampanyayê xwest li pêşiya Dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyê bide çapemeniyê lê Asayîşê daxuyanî asteng kir.

Li gorî komîteyê ji herêmên cihê yên Başûrê Kurdistanê 44 parêzeran ji bo çûna Îmraliyê îmze dane.

Her wiha di 14’ê Îlonê de jî li Brukselê ji 22 welatan 350 parêzeran bi civîneke çapemeniyê diyar kiribûn ku ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re wan serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk dane.

Back to top button