
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid bang li NY`yê kir ku zextê li dewletan bike da ku welatiyên xwe yên di Kampa Holê de bigrin.
Hemdan El Ebid diyar kir Kampa Holê kombûna herî mezin a çeteyên DAIŞ`ê li cîhanê ye û got :
“Ev kamp bûye navenda vejandina DAIŞ’ê.”
El Ebid pesnê rola Hêzên Asayîşê û QSD`ê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de da û tekez kir ku Dewleta Tirk piştevana herî mezin a çeteyan e.
Her wiha got jî Rêveberiya Xweser her tim banga avakirina dadgeheke navneteweyî dike..
Da ku endamên DAIŞ`ê yên tên ragirtin, li gorî qanûnan darizîne. ”
El Ebid tekez kir divê NY zextê li welat bike da ku welatiyên xwe yên di kampê de bigrin.