Fîlma `Kobanê` îro li Kobanê tê pêşandan

Komîna Fîlm a Rojava dê fîlma ‘Kobanê’ cara ewilî îro li Navenda Çandê ya Baqî Xido Kobanê nîşan bide.
Mijara fîlmê li ser berxwedana sedsalê ya li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê ye.

Îro êvarî fîlma ‘Kobanê’ ku ev demeke dirêje jêre hazirî tê kirin cara yekem bê nîşandan dan ..

Fîlm bûyerên dîrokî yên berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê yên di navbera salên 2014 û 2015’an de vedibêje.

Derhêneriya fîlmê Ozlem Yaşar kiriye..

Xwe dispêre romana nivîskar Medya Doz û di sala 2021’an de ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava û TEV-ÇAND ve hatiye çêkirin.

Fîlm li gelek deverên kantona Kobanê ku beriya çend salan tê de şerên li dijî DAIŞ’ê qewimîn, hatin kişandin.

Alîkarê derhênera fîlmê Diyar Hiso têkildarî fîlmê ji Ronahî TV re axivî..

Hiso diyar kir ku biryar e fîlm li bajarên cuda yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pêşandan.

Her wiha tê payîn ku fîlm beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Valencia ya li Spanyayê de jî bibe.”

Back to top button