HPG’ê :Li Zap, Metîna û Xakurkê 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Geverê derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker xistin. HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 16 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin, ji wan 3 kontra ne. Her wiha wesayîteke zirxî û dronek jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 19’ê Îlonê li Qada Çemço ya bi ser herêma Zapê ve di encama çalakiya sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.

20’ê Îlonê li Qada Saca tîmên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker xistin. Di encama vê çalakiyê de jî dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 20’ê Îlonê li Girê Şehîd Şahan ya li herêma Xakurkê tîmên bi tevger bi çekên giran li wesayîteke leşkerî ya Kirpî dan.

Di encama vê çalakiyê de wesayît hat rûxandin 10 dagirkerên tê de jî hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 19’ê Îlonê tîmên bi tevger droneke ku li ser qada Girê Amediyê digeriya xistin xwarê û rûxandin.

Heman rojê li Girê Cûdî jî di encama çalakiya sekvaniyê ya tîmên bi tevger ên YJA Starê de dagirkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 23 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi balafirên şer, 68 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Di şerê li geverê de 3 dagirker hatin kuştin, 2 gerîla şehîd bûn

Li aliyê din HPG’ê derbarê şerê li Geverê ya Colemêrgê ku di 19’ê Îlonê de qewimî ev agahî parve kir;

“Li herêma di navbera gundên Kapotê, Yekmalê û Darê de di navbera 2 hevrêyên me ku li ser erka xwe bûn, û artêşa Tirk a dagirker de şer derket.

Di şerê ku 2 saetan dewam kir de 3 dagirker hatin kuştin.

Hevrêyên me Evîn û Eylem jî ku heta guleya xwe ya dawî şer kirin bi qehremanî şehîd bûn. Nasnameyên şehîdan em ê paşê bi gelê xwe re parve bikin.

Ragihandina şerê taybet ya dewleta tirk îdia dike ku di vî şerî de gerîlayek sax ketiye dest, lê ev ne rast e.

Dewleta Tirk piştî vî şerî bi ser gundên li herêmê de girt û gelek mirov xistin bin çavan. Ji kesên ku binçavkirin, îşkence li yekî kirin û medya şerê taybet ev kes weke gerîla nîşandaye.”

Back to top button