Şehîd Merwan Derbendîxan ber bi Silêmaniyê ve hate oxirkirin

Xelkê Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê şehîd Merwam Derbendîxan li deriyê Sêmalkayê rêkirin bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê. Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê Şehîd Mistefa El Omer li goristana şehîdan bi merasîmekê oxrikirin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Alan Cemal bi nasnav Merwan Derbendîxan di 16’ê Çileya 2021’ê de dema li Şehbayê li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Îro bi sedan şêniyên Dêrik, herêmên Koçerat û Beravê ji nexweşxaneya Dêrikê cenazeyê şehîd wergirtin û ber bi deriyê Sêmalkayê bi rê ketin da ku bişînin bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê.

Dema şênî gihaştin deriyê sînor, malbata şehîd Merwan ew pêşwazî kirin.

Li wir yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê Mihyedîn Xêrkî axivî û qala ked û fedekariyên şehîdan yên ji bo parastina desketiyên şoreşê kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Hesen Hemze jî diyar kir ku projeya neteweya demokratîk hemû pêkhateyên herêmê li hev kom kirin û li dijî dagirkeriya Tirk kirin yek.

Di dawiyê de wesîqeya eehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre cenaze ber bi Silêmaniyê ve hate oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Mistefa El Omer li goristana şehîd Dijwar ya Hesekê hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê jî bi merasîmkê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mistefa El Omer li goristana şehîd Dijwar oxir kirin.

Di merasîmê de bi sedan welatî, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Îman Îbrahîm û ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Mihemed axivîn.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza pêkanîna armacên wan hate dayîn.

Piştre wesîqeya şehîd hate xwendin û cenzaeyê şehîd dirûşman hate oxirkirin.

Back to top button