Di xwepêşandanan li Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 5 kes hatin kuştin

Kuştina jina kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejima Îranê ve rê li ber hêrseke mezin vekiriye. Duh piştî ku li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hate ragihandin, li gelek bajaran gel daketin qadan û xwepêşandan lidarxistin. Xwepêşandan li gelek bajarên Îranê û Kurdistanê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” Bimre dîktarorî” belav bûn. Hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan kirin û di encamê de hat ragihandin herî kêm 5 kes hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar û windane.

Piştî ku jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Tehranê ji aliyê Polîsên rêjima Îranê ve hate kuştin, xwepêşandanên şermezarkirinê hatin destpê kirin.

Xwepêşandanên ku 16’ê Îlonê ve li Rojhilatê kurdistanê hate despêkirin li gelek bajarên Îranê belav bûn.

Li gorî rêxistina mafên mirovan a Kurd Hengaw, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 5 kes hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Lê heta niha rayedarên rejima Îranî li ser kuştin û birîndarkirina mirovan ti daxuyanî nedane.

Duh li bajarê Dîwander hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan kirin, li gorî agahiyan 2 kes hatine kuşin û gelek kes jî birîndarin.

Di wê demê de xwepêşandêran 2 polîsên êrişkar ji bo demekî esîr girtin.

Li bajarê Sine jî di çalakiyan de jinan desmalên serê xwe danîn û bi yek dengî bang kirin “bimre dîktator.”

Li bajarê Seqiz hêzên rejîmê êrişî xwepêşanderan kirin û 2 welatî kuştin.

Li gorî agahiyan li bajarê Dêgulan jî di êrişa bi çek ya hêzên Îranê de welatiyê bi navê Reza Lutfî hate kuştin.

Li bajarê Mahabad 13 û Bokanê jî 7 kes ku di nav de zarokek 10 salî jî heye di encama êrişên hêzên Îranê de birîndar bûne.

Li bajarê Kamyaranê 4 welatî, Bîcar 7, Bane 4, Qirwe 4 û li Tîkabê jî 4 welatî di êrişa hêzên Îranê de birîndar bûne.

Xwepêşandanên dijî kuştina Jîna Emînî , li bajarên Îranê jî hatin lidarxistin.

Li Tahranê jî gel daketin qadan û di xwepêşandanê de du wesayîtên polîsan û motorsiklêtên wan hate şewitandin.

Heman nerazîbûn Li bajarê Esfehan, Reşt û Meşhed jî hatin nîşandan, di çalakiyan de dûrûşmeyên “bimre dîktator” “jin, jiyan, azadî” hatin gotin .

Back to top button