Şandeyeke Rêveberiya Xweser bi parlamantera Alman kathrin Henneberger re civiya

Şandeyek Rêveberiya Xweser bi Parlamantera Alman Katherin Henneberger re civiya. Di civînê de li ser êrişên dewleta Tirk û pêwîstiya pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê hatin kirin.

Şende ji seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed, nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa Ebdilkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser li Almanya Xalid Derwîş pêk hat.

Civîn li avahiya Parlementoyê a li Berînê hate lidarxistin

Di civînê de aloziya Sûrî, nerîna MSD’ê û Rêveberiya Xweser ya derbarê çareserkirina aloziya Sûrî û hevdîtinên di navbera hêzên demokratîk ên Sûrî de hatin nîqaşkirin.

Bal hate kişandin li ser astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û bi taybet gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ku rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike.

Şandeya Rêveberiya Xweser qala berpirsiyariya civaka navnetewî û Almanya a di piştgirîya çareseriyên siyasî û her wiha mijarên mîna perwede, tendirûstî, şarederî û pêkanîna ewlehiya li herêmê kir.

Parlamantera Alman Kathrin Henneberger jî diyar kir ew bi ewlehî û aramiya li herêmê re ne û ew
ê bi aliyê peywedîdar e bikeve nava têkiliyê da ku bi berpirsyariyên xwe rabin.

Back to top button