PARLAMENTERÊ HDP’Ê YÊ AMEDÊ: DIVÊ BARZANÎ LI BA GELÊ XWE BE

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari diyar kir ku operasyonên dagirkirinê yên Tirkiyê, encama polîtîkaya bêçareseriyê ye û destnîşan kir ku divê Barzanî dijî vê yekê li ba gelê xwe be.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari, operasyona dagirkirinê û helwesta Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê rexne kir.

Farisogûllari got:

Hikûmeta APK’ê ketiye tengasiyek mezin û ji bo ku ji vê tengasiyê derkeve êrîşî nirxê Kurdan dike û xaka Kurdistanê dagir dike.

Hikûmeta AKP’ê mîtîngeriyek nû li Kurdistanê xistiye dewrê:

Dewleta tirk bi dagirkirina Efrînê re dest bi pêngava dagirkirina Herêma Başûrê Kurdistanê kir.

Li Rohilata Navîn du enî hene ku dixwazin ji nûve dîzayin bikin û hêzên deshilat dixwazin hinek rêyên nû ji vê yekê re vekin.”

Farisogûllari destnîşan kir ku divê Barzanî li ba gelê xwe be û ev tişt anîn ziman:

“Gelê Biradostê gelekî berxwedêr û serî hildan e.

Divê her Kurdek li her alî tevlî berxwedana gelê Biradostê bibe.

Dîrok vê yekê efû nake. Gelê me tê qetilkirin, Neçîrvan Barzanî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd tewanbar dike.

Divê mala Barzanî bi vê yekê neyên xapandin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari di dawiya nirxandina xwe de bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û got: “Divê hikmeta Herêma Başûrê Kurdistanê xizmeta polîtîkayên şer ên Tirkiye neke.

Em bang dikin û dibêjin; Axa we tê dagirkirin. Gelê we tê qetilkirin.

Divê hûn xwedî helwestek bin.

Divê birêz Neçirvan Barzani ji bo yekîtiya Neteweya Kurd rol bilîze.

Divê bingaha yekitiya Kurd ava bike.”

Leave a Reply

Back to top button