“Divê Hêzên Demokratîk li dijî dewleta Tirk bisekinin û sînorekî jê re deyînin”

Çalakî û berxwedana gelê herêmê a li dijî êrişên dewleta Tirk, hevkariya PDK’ê û tecrîda li ser Rêber Apo zêde dibin. Îro li gelek deverên herêmê çalakî hatin li darxistin û li dijî êriş û xiyanetê û ji bo azadiya Rêber Apo peyama mezinkirina berxwedan û tekoşînê hate dayîn.

Îro li bajarê Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk, xiyaneta PDK’ê û bêdengiya navneteweyî meşek hate lidarxistin.

Bi sedan kes, endam û nûrerên partî û saziyan beşdarî meşê bûn.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, endamê Partiya Demokratîk PYD’ê ya li Qamişlo Silêman Ebû Bekir axivî.

Silêman Ebû Bekir da zanîn ku êrişên dewleta Tirk bi armanca tûnekirina destketiyên herêmê ye.

Bekir bang li hêzên demokratîk û saziyên mirovî kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi erkên xwe rabin.

Her wiha Silêman Bekir balkişand li ser hevkariya PDK’ê ya bi delweta Tirk re jî û da zanîn ku divê gelê başûrê kurdistanê ji xiyaneta PDK’ê re sînorekî deyîne.

Şêniyên Minbicê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbicê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan meşek li dar xistin.

Bi sedan kes beşdarî meşê bûn.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El Cimêlî axivî.

Ehmed El Cimêlî diyar dewleta Tirk û hêzên hevakrên wê hewl didin projeya demokratîk ya li herêmê têk bibin lê wê ev xeyalên wan pêk neyê.

Çalakî bi dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li Tebqa û gundewarê wê hate destpêkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê li taxa Mansûra ya bajarê Tebqayê çalakiya pirtûkxaneya gerok li dar xist.

Gera pirtûkxaneyê heta avahiya meclisa sivîl a li navenda Mansûrayê dewam kir.

Li vê derê berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê Şeza El Elî axivî û behsa fikr û felsefeya Rêber Apo û komploya navnetewî kir.

Piştre pirtûkên rêber Ocalan li welatiyan hatin belavkirin.

Tê payîn ku wê çalakî 3 rojan dewam bike û li hemû herêmaTebqayê biger e.

Back to top button