Ronahî Serhed: Azadiya fîzîkî a Rêber Apo azadiya jinan û gelan e

Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed têkildarî kuştina Jîna Emînî û serhildanên gel yên li Îran û Kurdistanê de axivî.
Ronahî Serhed diyar kir êrişa li dijî Jîna Emînî êrîşek li dijî tevahiya jinan û li dijî rûmet û hebûna civakê ye û got,
“Eger berxwedana li Rojhilat û Îranê dewam bike, wê pêvajoyeke nû destpê bike”

Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê Ronahî Serhed têkildarî qetilkirina Jîna Emîn û hersa gel ji ANF’ê re axivî.

Ronahî Serhed di destpêkê de nirxandinên Rêber Apo yên derbarê azadî û têkoşîna jinan de bi bîr xist.

Têkildarî zêdebûna zext û tundiya li ser jinan li tevahiya cîhanê Ronahî Serhed anî ziman ji bo ev yek bi dawî bibe divê Rêber Apo fîzîkî azad bibe.

Ronahî Serhed diyar kir pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkanîna azadiya jinan û gelan e û wiha got:

“Tevlîbûna li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ û ‘Qirkirina jinê qirkirina civakê ye, dem dema parastina jinê ye’, tê wateya dawîanîna li tundî, xizanî, mêtingerî, talan û qirkirinê.

Paradîgmaya azadîparêziya jinê ya demokratîk-ekolojîk a Rêber Apo, projeya rasteqîn a çareserkirina pirsgirêkan a sedsalê ye. ”

Ronahî Serhed: Divê li her derê li dijî rejîmên dijminên jin û gelan çalakî bêne lidarxistin

Ronahî Serhed diyar kir qirkirina jinê qirkirina civakê ji hemû aliyan ve ye û êrişa li dijî Jîna Emînî nirxand.

Ronahî Serhed destnîşan kir ku erîşa li dijî Jîna Emînî û hêrsa gel divê tenê bi Îranê neyê nirxandin û ev tişt got:

“Divê ev êriş ji aliyê Sûriye, Tirkiye û Iraqê ve jî bê nirxandin.

Êrîşek li dijî tevahiya jinan e, di şexsê jinê de li dijî rûmet û hebûna civakê ye.

Di serî de Kurdistan, girîng e ku li her deverê li dijî rejîmên dijminê jin û gelan çalakî bêne lidarxistin.

Mesele ne tenê ferzkirina çarşef an jî nixumandina jinê ya ji aliyê rejîmekê ve ye.

Rejîma Îranê bi hemû qanûn û kirinên xwe ve, rejîmeke zilmê ye ji bo jinan û li dijî azadiya wê ye”

Ronahî Serhed: Di serî de jin û ciwan, civaka Îranê demokrasî û azadiyê dixwaze

Ronahî Serhed anî ziman civaka Îranê ku xwedî rabirdûyeke herî qedîm a çandî dîrokî ya Rojhilata Navîn e, dikare rejîma paşverû biguherîne û wiha domand:

“Êdî rêjîma Îranê nikarê civakê bixapîne û pêşî li hesreta civakê bigire.

Di serî de jin û ciwan, civaka Îranê demokrasî û azadiyê dixwaze.

Ji ber vê yekê nerazîbûna li hemberî êrîşa li dijî Jîna Emînî bi lez li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû.

Jin, gel êdî nema dikarin vê rejîmê hilgirin.”

Ronahî Serhed: Divê li dijî desthildarî û faşîzmê têkoşîna azadiyê bê mezin kirin

Ji bo serhildanên li bajarên Îran û Kurdistanê jî, Ronahî Serhed ev tişt anî ziman:

“Jin a ku jiyan bi xwe ye, lewma nirxên cewherî yên mirovî temsîl dike.

Ji ber vê yekê li hemû bajarên Îranê yên ku nerazîbûn lê hate nîşandan, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ gotin.

Ev yek hişyarbûneke mezin a civakî ye.

Rêber Apo wateya têkoşîna azadiya jinê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ pênaseya herî şênber kiriye.

Ya ku dibe para me ew e ku li her dever bibe dengê azadiyê, li dijî desthilatdariyên serwer ên mêr, faşîzm, neteweperestiyê, têkoşîna azadiyê mezin bikin.”

Di dawî de Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed destnîşan kir bi dewamkirina berxwedanê eger rê li ber bernameyeke guherînê ya siyasî veke wê ji bo Îranê bibe destpêka serdemeke nû

Back to top button