PÊŞMERGÊ DÊRÎN: DIYAR XERÎB HÊVIYA YEKÎTIYA GELÊ KURD DI ME DE AVAKIR

Pêşmergeyên dêrîn Derya Umer û Umêd Hîdayet yên ku cara dawî bi Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb re rûniştin axivîn û gotin:

Şehîd Diyar Xerîb girîngiyek mezin da yekitiya gelê Kurd. Emê li hemberî dagirkeriyê bibin Helmet, Şahîn û Dewran.

27’ê Tîrmehê komek pêşmergeyên dêrîn ji Kerkûk û Silêmaniyê ji bo piştgiriya gerîla û çalakvanên mertalên zindî serdana Qendîlê kirin û piştê serdanê bi endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê şehid Diyar Xerîb re civiyan.

Pêşmergeyê dêrîn yê bi navê Derya Umer ku di wê civînê de amadebû axivî û got:

Fermandarê jêhatî şehîd Diyar Xerîb pêşwaziyek germ ji bo me kir û em nêzî 2 saetan bi hevre rûniştin.

Ya ku min di kesayeta heval Diyar Xerîb de dîtî, mirovek hêmin, xebatker û berxwedêr bû.

Bi rastî em waneyên şoreşgerî ji wî fêrbûn.

Şehîd Diyar Xerîb di cîvînê de li ser dagirkeriya dewleta Tir axivî û girîngiya yekîtiya Kurdî anî ziman.

PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN: EMÊ LI HEMBERÊ DAGIRKERIYÊ BIBIN HELMET, ŞAHÎN Û DEWRAN

Derya Umer behsa axaftinên dawî yên Şehîd Diyar Xerîb kir û wiha axivî;

Heval Helmet di dawiya axaftinan de ji me re got:

Em şehîdbûnê di hilbijêrin, emê ti car teslîm nebin û jiyana bindestiyê qebûl nekin.

Pêşmergeyek din yê bi navê Umêd Hîdayet ku ew jî wê rojê di civînê de amade bû da zanîn ku şehîd Helmet ji wan re armanca dagirkeriya dewleta Tirk şîrove kiriye û got;

Em çend yek bin, emê ewqasî bikarin pîlanên dijmin bişkînin.

Leave a Reply

Back to top button