Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Qedrî Esen hat birîn

Li Tirkiyê zextên li ser çapemeniya azad zêde dibe. Dadgeha dewleta Tirk
salek û 3 meh cezayê girtîgehê, li rojnameger Qedrî Esen birî.

Bi hinceta ku Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Qadrî Esen di sala 2018’an de vîdeoyeke ku wêneyê endama YPJ’ê tê de bû parve kiriye, derheqê wî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, doz hatibû vekirin.

Rûniştina ewil a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.

Esen û parêzerê wî Temûr beşdarî rûniştinê bûn.

Esen ê ku di rûniştinê de bi kurdî axivî û axaftina wî bi tirkî hate wergerandin, da zanîn ku bi sala ye rojnamegeriyê dike û gelek caran bi mebesta nûçeyan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahiyan parve dike û got:

“Ez parvekirinên xwe ji bo agahdarkirinê dikim û beraeta xwe dixwazim.”

Dozger jî îdia kir ku Esen bi parvekirina xwe “propagandaya rêxistinê” kiriye û xwestin ku were girtin.

Dadgehê salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Esen û biryar da ku ceza bê taloqkirin.

Esen û parêzerê wî Temûr dê li dijî cezayê hatiye dayîn serî li rêya temyîzê bide.

Back to top button