Dewleta Tirk bi piştgiriya Rêxistinên Ixwanî mêtîngehek li Cindirêsê avakirin

Dewleta Tirk ji bo ku demografiya Efrînê biguherîne û çeteyan û malbatên wan bi cih bike avakirina mêtîngehan dewam dike. Rêxistina ‘Sûriyên ji bo Edalet û Rastiyê’ diyar kirin dewleta Tirk bi piştigiriya hin rêxistinên navneteweyî mêtîngeheke din li gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê ava kiriye.

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk bi hemû rêbazên qirêj, guhertina demografiyê dewam dike.

Dewleta Tirk ku bi dagirkirina Efrînê re zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê koçber kirine, li ser erdê wan ji bo bicihkirina çete û malbatên wan avahiyên metingeh ava kirine.

Heta niha zêdetirî 18 avahiyên mêtingeh li Efrîn û navçeyên wê ava kirine.

Yek ji wan jî mêtîngeha li gundê Kefer Sefrê a Cindirêsê ye.

Rêxistina Sûriyên ji bo Edalet û Rastiyê derbarê vê mêtîngehê û aliyên destekê didin avakirine wê raporek weşand.

Di raporê de tê gotin ku 3 rêxisitnên Sûrî û navneteweyî Rêxistina Ihsan ya Xêrxwazî, Rêxistina Şam El Xêr û Rêxistina Kiwêt El Rehma yên Ixwanî destekê didin avakirina van mêtîngehan.

Di raporê hate diyarkirin ku Rêxistina bi navê Ihsan ya Xêrxwazî berpirsê vê mêtîngehê ye,

Tê gotin ji bo avakirina mêtîngehê di sala 2019’an bi sedan darên li wî gundî birîne.

Di wêneyê ku di raporê de hatiye weşandin ev yek baş xuya dike.

Rêxistinê di rapora xwe eşkere kir ku çeteyên koma bi navê Semer Qend bi rêxistina Ihsan re li hev kir ku mêtîneghê bidin avakirin.

Di vê mêtingehê de 247 mal hene.

Hin malbatên çeteyan yên ji Idlib û Heleb tê de hatine bicihkirin.

Dagirkeriya Tirk li şûna malên welatiyên li gundê Cilbirê baregeha leşkerî ava kiriye

Ne tenê mêtîngeh, dagirkeriya Tirk li şûna mal û darên welatiyên Efrînê ku bi darê zorê hatine koçberkirin bargehên leşkerî ava dike.

Ajansa Hawarê wêneyeke bargeheke leşkerî ya dagirkeriya Tirk ku li gundê Cilbirê yê Şêrwa ava kiriye weşand.

Weke di wêneyê de jî xuya dike li şûna malên welatiyên gundê Cilbirê ên ku bi darê zorê hatine koçberkirine baregeh hatiye avakirin.

Dagirkeriya Tirk ji vê baregehê, rojane gundên Şehba û Şêrawa topbaran dike.

Back to top button