28 partiyên siyasî yên Kurd li Buroya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo civîna xwe lidar xistin.
Bi insiyatîfa KNK-Rojava 28 partiyên siyasî ji bo avakirina yekrêziya partiyên siyasî li hev kom bûn.
Di civînê de reşnivîsa siyasî hat xwendin û li ser gelek xalan nîqaş hatin kirin.
Her wiha wê komîteyek were avakirin û rêveberên buroya têkiliyan jî were hilbijartin.
Di dawiya civînê de wê bi daxuyaniyekê encamnameya civînê were eşkerekirin.
Heta niha hîn civîn berdewame.