Kongra Star û Kevana Zêrîn a herêma Efrînê kuştina Jîna Emînî şermezar kirin

Sazî û rêxisitnên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî kuştina jina kurd Jîna Emînî nerazîbûnên xwe nîşan didin. Li Şehba, Minbic, Reqa û Tebqayê kuştina Jîna Emînî hat şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin êriş û sûcên dijî jinan rawestînin.

Li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn zêde dibe.

Kongra Star û Kevana Zêrîn a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê kuştina Jîna Emîn şermezar kir.

Daxuyanî li navçeya Ehdas ya Şehbayê hate dayîn li hemberî tundiya li dijî jinan soza bilindkirina têkoşîn û tolhidanê hate dayîn.

Buroya Jinê ya Saziya Olî ya li Minbicê: Tu ol kuştina jinan qebûl nake

Buroya Jinê ya Saziya Olî a Minbic û gundewarên wê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcên dijî jinan têne kirin tu ol qebûl nakin.

Jinan bang li civaka navneteweyî kir ku sûcên dijî jina têne kirin rawestînin.

Her wiha bang li tevahiyan jinên li cîhanê hate kirin ku li dijî dijî êrişên ser jinan li kêleka hev bisekinin ku sînorek ji sûcên dijî jinan re were danîn.

Dayîkên Aştiyê li Reqa û Tebqayê kuştina Jîna Emînî şermezar kirin

Li Reqayê jî, dayîkên aştiyê bi daxuyaniyekê kuştina Jîna Emînî şermezar kir.

Di daxuyniyê de bang li rêxistnên navneteweyî û rêxisitnên mafên mirovan hate kirin ku li dijî tundiya li ser jinê tê kirin bi erka xwe rabin.

Dayîkên Aştiyê li Tebqayê jî têkildarî kuştina Jîna Emînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li goristana Şehîdan a Tebqayê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de kuştina Jîna Emînî hate şermezar kirin û bang li civaka navnetweyî hate kirin ku sûcên dijî jinan rawestînin.

Back to top button