Hejmara kesên di xwepêşandanên li Îranê de hatin qetilkirin gihişt 8 kesan

Hejmara kesên di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine qetilkirin gihişt 8 kesan. Rejima Îranê ji tirsa xwepêşandanan karanîna înternetê sinordar kiriye. Tora dijîtal ya İnstagram ragirtiye.

Çavkaniyên mafê mirov diyar dikin ku heta niha bîlançoyek rast li ber destê wan de nîne..

Lê hejmara kesên li bajarên cûda ji aliyê hêzên rejimê ve hatine qetilkirin gihiştiye 8 kesan.

Her wiha diyar dikin heta niha zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din Tora Netblox ya ku çavdêriya leza înternetê dike, ragihand bikaranîna İnstagram li Îranê hatiye sinordarkirin.

Her wiha çavkanî diyar dikin li gelek bajaran leza înternetê gelek lewaz bûye.

Piştî xwepêşandanên li dijî qetilkirina Mehsa, bi çend saetek înternet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hat qutkirin.

Sansor li ser Twitter û İnstagram hate danîn.

Back to top button