“Ewropa û Civaka Navdewletî ti alîkariya ji bo çarserkirina rewşa çeteyên DAIŞê pêşkêş nekirin”

Li avahiya perlemana Belcîka ya li Bruskelê bi beşdariya parlementerên Vlanders û Belcîka civînek hat li dar xistin.

Di civînê de nûnerê Rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê Dr. Abdulkerîm Omer axivî ..

Omer bal kişand li ser têkoşîna gelê Kurd û hemû gelên bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî DAIŞ’ê û got:

Li kampa Holê nêzîkî 60 malbatên çeteyên DAIŞê hene..

Hata niha Ewropa û civaka navdewletî ti alîkariya ji bo çarserkirina rewşa wan pêşkêş nekirin.

Her wiha bal hate kişandin li ser ambargoyên bi navê Sezer ên li Sûriyê, ku herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê zirarê jê dibîne, ji ber ti alîkariya mirovî nayê ji herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê re.

Dr Abdulkerim Omera bang li civata navdewletî kir ku bi erk û misyona xwe ji bo çeteyên DAIŞ û li dijî gafên Tirkiyê qada ezmanî ya herêmê ji balefirên Tirkiyê re were gitin.

Ji perlementaran Elen Samyin Belang jî axivî û da zanîn ku ew spasdar in ji gelê Rojava û Kurd ku li dijî DAIŞ’ê parastin û berxwedanek mezin meşandane.

Back to top button