Bi dehan zarokên kantona Kobanê şehîdên komkujiya Pirsûsê di salvegera wê ya 4`an de bibîr anîn.
Yekîtiya Gelan û Piştgiriya wê bi vê boneyê merasîmek li parka Pirsûs a li bajarê Kobanê li dar xist.
Bi dehan zarokên kantona Kobanê tevî malbatên xwe û hejmarek ji şêniyên Kobanê tevli merasîmê bûn.
Di merasîmê de endamê Yekîtiya Gelan û Piştgiriya wê Befrîm Serhildan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên Pirsûsê re xwestin.
Piştî axaftinan koma Şehîd Mistefa şanoyek girêdayî teqîna Pirsûsê pêşand.
Paşê koma Şehîd Şîlan govendên Kurdî û stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.
Merasîm bi berzkirina siloganên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
şehîdên komkujiya Pirsûsê piştî rizgarkirina Kobanê xwe amade dikirin ku derbasî Kobanê bibin û piştgiriya manewî ji zarokên Kobanê re pêşkêş bikin, şehîd bûn.