TEV-DEM: ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ NÛNERTIYA RAST A ŞOREŞA SÛRIYÊ YE

Sibe salvegera 7. a şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.
Bi vê boneyê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê rastiya şoreşa Sûriyê diyar dike û got divê yekitî û berxwedan hebe da ku destkeftî û nirxên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bên parastin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi boneya salvgera 7`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê diyar kir ku şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa 15`ê Adara 2011`an ango şoreşa gelê Sûriyê ya li dijî rejîmê temsîl dike.

Di dewma daxuyaniya TEV-DEM’ê de weha tê gotin:

Destpêkirina Şoreşa Tîrmehê di 2012`an de ji bajarê Kobanê paytexta cîhanî ya berxwedana li dijî terorê, nûnertiya rast a şoreşa Sûriyê dike ku 15`ê Adara 2011`an dest pê kir.

Ji bo pêkanîna nirxên rast ên şoreşê bi ser ket.

Nûnertiya cewhera armancên xwe di avakirina civakeke demoratîk û azad de li dijî zîhniyeta dewletê ya desthilatdar û netewperest kir.

Hêzên herêmî bi rêya destekdayîna ji terorîstan re şoreşa gelê Sûriyê ji rêya wê ya rast derxist.

Rola hikûmeta AKP`ê bi serkêşiya tevgera terorîst a cîhanî ya Erdogan a herî mezin di xêzkirina xetên sor ên nerast de, sereke bû.

Hinek hêzên herêmî û navdewletî ew komên çekdar ber bi rûxandina Sûriyê ve şandin.

Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn bi rêya şerê li dijî tu nêzîkbûnên Sûrî – Sûrî nehişt ku tu guhertinên demokratîk di binesaziya civaka Sûriyê de çêbin, her wiha gelek hewldan kirin da ku tevlihevî di navbea pêkhateyên Sûriyê de çêbe.

Li gelek cihan bi ser ket lê li Bakur û Rojhilatê Sûrî tevî hebûna bi dehan pêkhateyên neteweyî, olî û eşîran, bi ser neket.

Dagirkirina Efrîn, Cerablus, Bab û Idlib û guhertinên demografîk ku dike, tekeziyê li ser dagirkeriyê û qutkirina parçeyên ji xaka Sûriyê û tevlêkirina wê ji xaka Tirkiyê re diyar dike.

Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê hemû pêkhate li paş hêzên xwe yên leşkerî ku ji zarokên herêmê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatine avakirin, bûne yek.

Bi vê boneyê em bang li hemû hêzên demokratîk û pêkhateyên Bakurê Sûrî dikin ku li dijî berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî û li dijî terora çeteyan, bisekinin.

Xetereya terorê û dagirkeriyê heta niha berdewam e.

Tu çareserî ji bilî yekitî, hevgirtin û berxwedanê ji bo parastina destekfî û nirxên Şoreşa 19`ê Tîrmehê tune ye.

Leave a Reply

Back to top button