Cenazeyên fermandarên YPG’ê Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos ku di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê şehîd bûn, li goristana Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê hatin oxirikirin.
Bi sedan şêniyên Dêrikê tevlî merasîma oxirkirina her du fermandarên YPG’ê bûn.
Di merasîmê de, berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivî û got:
“Fermandar Rojhat û Dogan mînaka lehengî û fedekariyê bûn.
Bi îradeya xwe û bi baweriya bi gel û armancên şoreşê fedekariyên mezin kirin heta gihaştin şehadetê.”
Li ser navê meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê, Kongra Star û malbatên her du şehîdan jî axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya wan hatin dayîn.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya her du şehîdan hatin xwendin.
Şêniyan cenazeyên şehîd Dogan û Rojhat bi tililî û dirûşmeyan spartin axê.