Zîlan Vejîn: Gava jin serî rakir, rewabûna sîstemê namîne

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weke hesabpirsîna ji sîstem û dewletê bi nav kir.
Zîlan Vejîn diyar kir ku di nava sîstemekê de dema jinê serî rakir, hingî rewabûna wê sîstemê namîne.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û kuştina Jîna Emîn ji ajansa ANF’ê re axivî.

Zîlan Vejîn da zanîn ku serhildanên li Îranê bi kuştina Jîna Emînî destpê kirin û got:

Ev çirûskek bû ji bo gelên Îranê. Bi taybetî di şexsê jineke Kurd de, di şexsê jinan de serhildanê destpê kir.

Zîlan Vejîn: Têkoşîna jinan têkoşîneke gerdûnî ye

Hevseroka PJAK’ê bal kişande ser girîngiya têkoşîna jinê ya di vê serdemê de û wiha anî ziman:

Têkoşîna jinan ne têkoşîneke heremî ye, têkoşînekî gerdûnî ye.

Zîlan Vejîn bi lêv kir ku gelê Kurd, gelên Îranê bi pêşengiya jinan hesab ji vê dewletê, sîstem û siyasetê dixwazin û wiha domand:

Pêwîste em baş zanibin ku eger di sîstemekê de jinê serî rakir, siyaset û sîstema wê xiste bin lêpirsînê, hingî ti rewabûna wê sîstemê namîne.

Zîlan Vejîn: Bi gotina ‘jin jiyana azadî’ jin xwedî li fikr û felsefeya Rêber Apo derketin

Zîlan Vejîn got:

Helwesta ku ji bo azadiya jinan û demokratîkkirina Îranê hate nîşandan û bi gotina ‘JIN JIYANA AZADÎ’ derkete pêş, xwedîderketina li fikir û felsefeya Rêber APO ye.

Di dawiyê de Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn, di encama xwepêşandanan de ji bo berdêlên ku hatî dayîn sersaxî ji gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê re xwest.

Back to top button