ENDAMÊ HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ ÇELEN KOBANÊ HAT OXIRKIRIN

Li bajarê kobanê jî merasîmên şehîdan hebû.

Endamê Hêzên Erka xweparastinê Çeleng Kobanê bi nasnav Mihemed Hec Xelîl dema li ser erka xwe bû bi qezeyek tirafîkê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û hêzên Erka Xweparastinê tevli merasîma oxirkirina şehîd çeleng bûn.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê Hêzên Erkaxweparastinê ve hat lidar xistin.

Paşê gelek axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û pêwîstiya mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê di vê pêvajoyê de hat tekezkirin.

Di dawiya merasîmê de cenaceyê şehîd Çeleng bi tilîliyên dayîkan spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button