Grossi Îran ji pêknehatina peymana nukleerî tewambar kir

Sal derbas bûn û hîna jî vegera li peymana nukleerî ya Îranê pêk ne hatiye. Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi careke din sedema vê yekê bi helwesta Îranê ve girê da.

Rafael Grossi doh li bajarê New York yê Amerîka têkildarî bernameya nukleerî ya Îran û rewşa li santrala nukleerî ya Zeporijiya axivî.

Yek ji wan nakokiyên dema dawî derketî ew bû ku li cihê xebata ku ajansê dayî despêkirin û 3 cihên hilberîna uranyumê dîtin, Tahranê ti agahî bi wan re pare nekiribû.

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî daxwaza zelalkirinan ji Tehran kiriye û jê xwestiye aşkere bike ka çima li wan sê cihên leşkerî uraniyoma meyandî hebûye.

Îranê heta niha bersiva wê pirsa Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî nedaye.

Grossi ji rojnamevanan re got, “gihîştina Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî bi saziyên atomî yên Îranê sînordar e.

Em amade ne careke din bi Îranê re kar bikin.”

Grossi herwiha hêvî kir ku di çend rojên bê de bi berpirsên Îranê re bicive.

Li gorî rêveberê ajansê eger Îran deriyê xwe li xebatkarên wan veke wê ev yek bileztir bibe.

Lê têkildarî demeke diyar ker de jî ti agahî parve nekir.

Back to top button