Xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî li Rojhilat û Îranê didome 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Xwepêşandan û çalakiyên dijî kuştina Jîna Emînî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, berdewam dikin. Hat ragihandin di xwepêşandanên pênc rojan de heta niha 11 kesan jiyana xwe ji dest daye û sedan kes jî birîndarin û hatine girtin. Tê gotin dibe ku hejmara kesên hatine kuştin gelekî zêdetir be. Herwiha xetên înternetê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine birîn. Ev yek jî dibe sedema gumanan ku komkujiyekek mezin pêk werin.

Tevî êrişa hêzên Îranê jî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakiyên li dijî kuştina Jîna Emînî di roja pêncan de berdewam dikin.

Di encama êriş û gulebarana hêzên rejimê de heta niha 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Her wiha bi sedan kes jî ji aliyê hêzên rejimê ve hatine binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin.

Di çalakiyhên li Kirmanşanê de gel alên rejîma Îranê anî xwarê û hêzên rejimê êrişî gel kir.

Back to top button