KODAR: Rê li ber raperîna gel vekin

KODAR’ê bang li hemû partî û rêxistinên Kurdî kir ku bi têkoşîna hevbeş qonaxek nû li nerazîbûn û raperîna gel vekin. 

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê ji bo Jîna Emînî û xwepêşandanên li dijî kuştina wê daxuyaniyek da.

KODAR’ê anî ziman ku zilma sîstematîk û plandan a rejîma Îranê bi hovane êrişên ser jinan rewa dike û ev tişt anî ziman:

”Piştî kuştina Jîna Emînî, bi pêşengiya gelê Kurd, qonaxek nû ya nerazîbûnan destpê kiriye.

Nerazîbûna gel ya dijî zordariya li ser jinan û civakê, tê wateya mezinahiya jiyana rasteqîn.

Divê ala li ser nivîsî ‘Jin Jiyan Azadî’ li her devera Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bibe û bê bilindkirin.

Banga me ji bo gelan û gelên Îranê ewe, di kolanan de yekîtî û raperîna îro biparêzin, divê nerazîbûnên demokratîk dewam bikin.”

KODAR’ê bang li hemû partî û rêxistinên Kurdî kir ku bi têkoşîna hevbeş qonaxek nû li nerazîbûn û raperîna gel vekin.

Back to top button