QESRA SPÎ DIBÊJE EW NEMA BALAFIRÊN F-35 DIDIN TIRKIYÊ

Gefên Emerîka ji Tirkiyê re êdî bû rastiyek û li ser erdê pêk tên.
Rêveberiya Emerîka biryar da ku wê balafirên şer ên F-35 nema dide Tirkiyê.
Ev biryar piştî kirîna Tirkiyê pergala moşekan a S-400 a Rûsî, derket.
Bi vê biryarê re, ziyana bi qasî 9 milyar dolar gihaşt Tirkiyê.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka êdî dest bi cezakirina Dewleta Tirk dike.

Koşka Spî ragihand ku, kirîna Tirkiyê pergala moşekên parastinê ya S-400 a Rûsî, bû sedema rawestandina bernameya F35.

Koşkê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, balafirên F-35 bi çekên Rûsî re naguncin.

Ji ber wê ev yek agahiyên istixbaratî li ser karînên Emerîka yên pêşketî kom bike.

Rojnameya The Washington Post jî tekez kir wê Rûsya der barê komkirina van datayan de kêfxweş bibe.

Li gorî malpera Politico, ev ceza tenê destpêk e, ji ber birêvberiya Amerîkayê hîna zelal nekiriye ku ew ê cezane din di çaroçoveya qanûna CAATSA de bibire yan na.

Koşka Spî eşkere kir ku, wergirtina S-400, hevpeymanên bi NATO’yê re binpê dike û ziyanê li karê hevbeş yên NATO û Tirkiyê dike.

Têkildarî mijarê, Pentagonê jî destnîşan kiribû ku, ji ber dûrxistina Tirkiyê ji bernameya F-35, ji pîlotên Tirk xwestin heya dawiya mehê ji Emerîka derkevin û vegerin welatê xwe.

Şêwirmenda Pentagonê Ellen Lord, diyar kir ku kirîna dewleta Tirk pergala S-400 ji bo parastina Emerîka metirsiyek e.

Ji ber vê yekê, wan biryara dûrxistina Tirkiyê ji bernameya F-35 stand.

Lord destnîşan kir ku bi vê biryarê re, bi qasî 9 Milyar dolar ziyan digihêje Tirkiyê.

Ji aliyê xwe ve Tirkiye briyara Emerîkayê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ji Amerîkayê xwest ji briyara xwe vegere û got:

Ev biryar, wê ziyanê bigihîne têkiliyên stratejîk ên herdu dewletan.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê peymana kirîna 100 balafirên şer ên F-35 ên Emerîkî muhr kiribû.

Lê hema li gel derketina aloziyan navbera wê ji aliyekî ve, û Emerîka û Ewropa ji aliyekî din ve, siyseta xwe guhart û pergala S-400 a Rûsî bi 2.milyar û nîv kirî.

Leave a Reply

Back to top button