Parêzer Menal Macid: Tecrîda li dijî mafên mirovan e

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re, herî dawî di asta Navnetewî de parêzerên ji welatên cuda serlêdan kiribûn.
Parêzer û çalakvana hiqûqî ya ji Lubnanê Menal Macid anî ziman ku dewleta Tirk bi zextên xwe nikare fikrên Ocalan sînordar bike, tecrîda û pêk-neanîna mafê hêviyê li dijî qanûnên mirovî û pîvanên navneteweyî ye.

Ev 18 mehin agahî ji Rêber Apo nayê girtin û tecrîd her diçe giran dibe.

Di asta navnatewî de bi sedan parêzeran ji bo biçin Îmraliyê bi Rêber Apo re hevditînê bikin serlêdankirin.

Parêzer û çalakvana hiqûqî ya ji Lubnanê Menal Macid diyar kir ku berdewama tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, qanûnên mafên mirovan û peymanên navnetewî binpêdike.

Menal Macid da zanîn ku mafê girtiyên siyasî yên girtina agahiyan tê binpêkirin, serdan tên qedexekirin û rê nayê dayîn ku parêzerên xwe bibînin û got:

“Desthilata Tirk gelek qanûnan binpê dike.

Armanc ew e ku ji hemû kesên li dijî siyaseta Tirkiyê derdikevin, bibe dersek.

Ev yek bi rêya cureyên îşkenceya herî giran û tecrîda girankirî yan jî darvekirinê tê kirin.”

Parêzer Menal dibêje:

“Desthilata Tirk birîna “cezayên dîsîplînê” li rêber Ocalan dike hincet da ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya “mafê hêviyê” bi cih neyne.

Mafê hêviyê mafê her girtiyekî ye ku dadgeheke adilane hebe ku rojekê ji girtîgehê derkeve.

Dewleta Tirk ev madeya destûra xwe binpê dike û birêz Ocalan ji vî mafî bê par hiştiye.

Ev hemû ji ber tirsa wê ya ji bandorên fikrên rêbertî ye.”

Çalakvana hiqûqî parêzer Menal Macid di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dijwariya van qeydan wê nikarin têkiliyên di navbera rêber Ocalan û gel de qut bikin û got:

“Ji ber ku rêber APO xwediyê bandorê yekemîn e, ne tenê li gelê Kurd, lê doza girtina wî bûye elaqeya hemû parêzvanên mafên mirovahiyê yên cîhanê.

Back to top button