Keştiyeke tijî penaber li nêzî Girava Ervadê noqî avê bû, di encamê de 34 penaberî jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku ew keştî tijî penaberên Sûrî bû û ji Lubnanê ber bi Ewropayê ve diçû.
Û li nêzî Girava Ervadê ya li pêşberî bajarê Tartûs ê li rojavayê Sûriyeyê noqî binê avê bû.
Di ecamê de 34 penaberî jiyana xwe ji dest da, 20 jî hatin rizgarkirin û bi dehan kes jî winda ne.
Tê gotin, di keştiyê de herî kêm 150 kes hebûn.