Rûsya li Donetsk, Luhansk, Zaporijiya û Xersonê referandûm

Îro li herêma Dontsk, Luhnsk, Zaporijiya û Xersonê referandûma tevlîbûna Rûsya despê kir.
Ev herêmê dikin ji sedî 15 xaka Ukrayna.
LI dijî vê yekê, ji Kîev û welatên Rojavayî bertekên tund derketin.

Rûsya ya rojên dawî di warê leşkerî de derbên giran dixwe, bi referandûmek li rojhilatê welat dixweze xwe weke serketî nîşan bide.

Ji ber vê yekê girîngiyeke zêde dide referandûmê.

Ajansên nûçeyan ên Rûsya ragihand ku îro “referandoma tevlêkirina” li Rûsya li Donetsk, Luhansk, Zaporijiya û Xerson dest pê kir.

Tê payîn ku dengdayîna saet 5’an bi dema Greenwichê dest pê kirî wê heta 27 Îlonê bidome.

Desthilatan li wan herêman sêşemê ragihand ku ew ê referandomeke lez ji bo tevlêkirina li Rûsya ji 23 heta 27’ê Îlonê li dar bixin.

Herêmên qala wan tê kirin, dike ji sedî 15’ê xaka Ukrayna.

Ji Kîev û welatên Rojava dijî referandûmê bertek derket

Piştî biryarê ji Kîev, Yekîtiya Ewropa, NATO û Amerîka hatibû ragihandin ku ew ê referandûmê nas nekin.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky di peyameke xwe got:

“Ez spasiya hemû dostên Ukrayna û hevkarên wê li ser şermezarkirina tund a niyeta Rûsya li ser lidarxistina referandûmê dikim.”

Li aliyekî din jî Serokomarê Fransa Emmanuel Macron diyar kir ku ji aliyê qanûnî ve tu girîngiya referandûma tevlêkirinê tune ye û ji rojnamgerên li New Yorkê re got:

“Ez texmîn dikim ku tişt Rûsya ragihandiye sosret e.

Fikrê lidarxistina referandoman li herêmên şer tiştî herî qirêj e.”

Her wıha sekretê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg referandûm şermezar kir û ew wekî zêdekirina şer ji aliyê Kremlin ve tê meşandin, nirxand.

Back to top button