Li peravên Sûriyê keştiye noqî avê bû; 73 koçber mirin

Di keştiya ku ji peravên Libnanê berê xwe dida Ewropa re, 73 kesî jiyana xwe ji dest da.
Piraniya koçberan ji Sûriye û Lîbnanê bûn.
Her wiha çarenûsa bi dehan jî nediyar e.

Xeyalên koçberiya ber bi Ewropayê ve careke din bû sedema mirina dehan kesî.

Careke din bi hêviya jiyaneke xweştir keştiya ku piraniya wan koçberên ji Sûriye û Libnanê di navde bûn, berê xwe dan Ewropa.

Keştiya ku ji Libnanê berê xwe da Îtalya, li nêzî peravên parêzgeha Tartûs ya Sûrî noqî avê bû.

Despêkê hat ragihandin ku 34 kes mirine û bi dehan kes jî winda ne.

Wezîrê Gihandinê yê Libnanê bi derbasbûna demê re ragihand ku jimara kesên mirine derketiye 73 kesî.

Her wiha 20 kes hatine xelaskirin.

Ji kesên hatine xelaskirin jî 8 kes birîndar in.

Tê gotin di keştiyê de, nêzî 150 kes hebûn.

Piraniya van koçberan jî ji Libnan, Sûriye û Filistînê bûn.

Wezîrê Ragihandinê yê hikumeta Şamê diyar kir ku metirsiya giranbûna bîlançoya miriyan heye.

Ji ber ku heta niha agahî ji dehan kesî nayê girtin.

Xebatên lêgerîna kesên sax mane bi beşdariya sîstema ambûlansên Sûriyê, Heyva Sor, Parastina Sivîl a Sûriyê û jimarek mezin ji malbatan, dewam dike.

Back to top button