Xeyal û rastiya li ser xaka Ukrayna Putin bihêrs dike

Seferberiya Serokê Rûsya Putin û gefên wê yên karanîna çekên nukleerî rewşa şerê li Ukrayna hîn metirsîdar kiriye.
Di demekî ku Waşîngtonê dibêje, ew gefên Putin cidî dibînin de, Wezîrê Karê derve yê Rûsya Lavrov, ji erê li Ukrayna welatên rojava berpirsyar nîşan da.

Şerê li Ukrayna 7 mehên xwe tejî kir.

Rewşa li ser erdê, ji xeyalên Serokê Rûsya Vladimir Putin pir dure.

Arêşa Rûsya ya ku li rojhilatê welat derbên giran dixwe, dixwaze herêmên kontrol kirine biparêze.

Lê piştî ku Putin dibîne ev yek zehmete, careke din mijara çekên nukleerî xist rojevê.

Koşka Spî: Em gefên Putin yên baranîna çekên nukleerî cidî dibînin

Piştî gefên nukleerî, ji Waşîngtonê bertek derket.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby got;

Em gefên Putin yên derbarê karanîna çekên nukleerî de cidî digrin.

Kirby ji televîzyona Brîtanî BBC re axifî û ev tişt anî ziamn:

Amerîka wê “helwesta xwe ya pêşîlêgirtinê ya stratejîk neguherîne” û “Pûtîn bêberpirsiyarî axivî.”

Lavrov: rojavayî dixwazin şerê li Ukrayna dirêj bike

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li New Yorkê têkildarî şerê li Ukrayna axivî.

Lavrov diyar kir ku armanca dewletên rojavayî lawazkirina Rûsyayê ye û wiha got:

Bi zanabûn dixwazin aloziya li Ukrayna dirêj bike.

Xetek bi vî rengî tê wateya tevlîbûna rasterast a welatên rojavayî di şerê Ukraynayê de û wan dike aliyekî şer.”

NY: Li Ukrayna sûcê şer pêk hatiye

Hemwextî van aloziyan NY jî ragihand ku li Ukrayna sûcê şer hatiye kirin.

Komisyona lêkolînê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew gihîştiye wê encamê ku li Ukraynayê sûcên şer hatine kirin.

Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Ukraynayê Erik Mose, encamên demkî yên ku di encama lêkolînên destpêkê de gihîştine, bi raya giştî re parve kir.

Mose got;

“Li ser bingeha delîlên ku kom kirine, Komîsyon gihîşt wê encamê ku sûcên şer li Ukraynayê hatine kirin,”

Di çarçoveya lêpirsînê navbera Sibat û Nîsanê ku li bajarên Kîev, Çernîhiv, Xarkov û Sûmiyê bi mexdurên li 27 herêmên cuda lêkolîn hatin kirin.

Rapor bi axaftinên ji mexduran hatine guhdarkirin hatiye amadekirin.

Borrell: Putin dixwaze Ukrayna tine bike, lê bi leşkerî nekarî vê bike

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell piştî axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya NY civîneke çapemeniyê li dar xist.

Josep Borrell got,

“Em di cîhaneke xeternak de dijîn.

Endamê daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya NY, Peymana NY ya ku stûna herî bingehîn a rêziknameya navneteweyî ye binpê dike.”

Borrell îdia kir ku Putin dixwaze Ukrayna tine bike û nekarî vê yekê bi rêya leşkerî pêk bîne.

Back to top button