HPG: LI XAKURK Û BAJARÊ ERZÎNCAN’Ê LI DIJÎ DAGIRKERAN ÇALAKÎ PÊK ANÎ

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Erzîncan û Xakurkê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên li dijî dagirkeriyê daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hate parvekirin:

15’ê Tîrmehê gerîlla li Girê Olûkê yê Kemaha Erzîncanê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek pêk anîn.

Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.

16’ê Tîrmehê jî gerîlla li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Girê Helîkopterê çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehat naskirin.

Leave a Reply

Back to top button