Dewleta Tirk ya dagirker îro careke din êrişî Şengalê kir. Îro balafirkdek bê mirov û bi çek bajaroka Til Izêr bombebaran kir.
Êriş di saetên piştî nîvro de pêk hat.
Hate diyarkirin ji ber êrişê zererên madî gihane mal û milkên welatiyên navçeya Til Izêr.
Derbarê êrişê de heta niha daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedar û saziyên Şengalê ve nehatiye dayîn.
Dagirkeriya Tirk bi van êrişan hewl dide destketiyên ku xweseriya Şengalê bi destxistine têk bibe û tola DAIŞ’iyên xwe yên di fermana 2014’an de têk çûn hilîne.