Yekitiya Jinên Ermen: Xerabî li ku hebe bi desteka dewleta Tirk tê kirin

Jinên Ermen ên li Rojavayê Kurdistanê kuştina jina Ermen Anuş Apetyan ji aliyê hêzên Azerbeycanê ve şermezar kirin. Jinên Ermen dibêjin, ”Her kesê hewl bide xerabiyê bike dewleta Tirk a dagirker destekê dide û li pişt vê êrişê jî dîsa dewleta Tirk heye.”

Li dijî jinan li herêma Rojhilata Navîn bi taybet li Efganistan, Tirkiyê, Îranê û Sûriyê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, sûcên dermirovî tên kirin.

Di vê dawiyê de jî Azerbeycanê bi desteka dewleta Tirk ku şerê Ermenistanê dike, leşkera ermenî Anuş Apîtiyan ku bi destê artêşa Azerbeycanê hate dîlgirtin kuşt.

Beriya ku bê kuştin hate tecawîzkirin û bi cenazeyê wê hate lîstin.

Ev sûc heman sûca ku li dijî cenazeyê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef pêk hatiye.

Li ser sûca kuştina Anuş, Hevseroka Yekitiya Jinên Ermen Helen Erdemian banga cezakirina sûcdaran kir û got: Em vê qirêjiya ku leşkerên Azerbeycanê li dijî şervana ermen pêk aniye qebûl nakin.

Divê hemû jin refa xwe bikin yek, da ku li hember zulm û dijminatiya li dijî wan pêk tê bisekinin û azadiya xwe pêk bînin.

Hevseroka Yekitiya Jinên Ermen Arby Cyprian jî bal kişand ser zihniyeta baviksalariyê ya bi nûnertiya partiya desthilat li Tirkiyê, AKP’ê bi serokatiya Erdogan û got: Zihniyeta ku dewleta Tirk pêk tîne, zihniyeta baviksalarî û desthilatê ye û bi wê yekê hewl dide cîhanê kontrol bike.

Endama Yekitiya Jinên Ermen Battle Crekol jî wiha anî ziman: Dewleta Tirk a dagirker destekê dide her kesê hewl dide xerabiyê bike.

Divê em yek dest bin û refên xwe ji hemû pêkhateyên li cîhanê bikin yek, bi hemû hêza xwe; bi çek, pênûs, zanist û çanda xwe şer bikin.

Back to top button