TEVGERA DAGIRKERIYA TIRK LI SER SÎNORÊ GIRÊ SPÎ ZÊDE BÛYE

Tevgera leşkerên dewleta tirk û bicihkirina alavên leşkerî li ser sînorê Bajarê Girê Spî bi awayekî eşkere didome.

Ajansa Hawarê diyar kir ku çavkaniyekî ji hundirê Tirkiyê eşkere kiriye, artêşa Tirk alavên leşkerî yên mezin anîne navçeya Axçeqele ya Rihayê yê li hember bajarê Girê Spî.

Li aliyekî din jî, amadekariyên leşkerî li hember rojavayê gundên Girê Spî (Bexdik, Selîb, Qeran û Til Fender) û gundê Mişrife El-Ezo yê li ser sînorê rojhilatê Girê Spê yê bi ser navçeya Silokê ve zêde kirin.

Li gorî heman çavkaniyê artêşa dewleta Tirk kampa ku welatiyên Sûriyê tê de bûn rakir û li şûna wê topavêjên giran daniye.

Ji aliyekî din ve, doh ji nuqteyên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve li derdora bajarê Cerablusê yê dagirkirî gule ber bi herêmên li rojhilatê çemê Firatê ve hatin avêtin.

Leave a Reply

Back to top button