
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Rihayê û meclisa jinan a HDP’ê ya Amedê çalakiyên cuda ji bo Jîna Emînî li dar xistin.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li Rihayê, ji bo Jîna Emînî, meşek li dar xist.
Ciwanan pankarta ku li ser ala ji porên jinan hatiye çêkirin û wêneyên Jîna û jinên berxwedêr hilgirtin.
Di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berwedana Rojhilat” berz kirin.
Meclîsê bang li tevahî gel kir ku bibin perçeyek ji serîhildan û berxwedana Rojhilat.”
Jinan wêneyê Jîna Emînî bi sûrên Amedê ve daliqandin
Bi heman armancê endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo piştgiriyê bidin serhildana jinan li Deriyê Mêrdînê daxuyanî dan û posterê Jîna bi Sûran ve daliqandin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar diyar kir ku jin ji aliyê heman desthilatan ve tên kuştin û got: “Em ji vir, ji Amedê gelê Rojhilatê yê li hemberî vê pergalê li qadan in û dengê xwe bilind dikin silav dikin û em dibêjin em li cem berxwedana wan in.”