KNK: Slogana serhildana Îranê sembola netewa azad e

KNK’ê kiryarên şovenîst ên dewleta Îranê şermezar kir û bang li kurdistaniyan kir ku rê li ber van kirinên dewletê bigirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da û got:

”Amadebûna xelkê ya li kolanan asta bilind a şoreşê û îradeya xurt a gelê azadîxwaz e.

Slogana wan a ‘Jin Jiyan, Azadî’ sembola neteweya azad e.”

KNK’ê diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelek geşedan û guherîn hene û ev tişt anî ziman:

”Bi taybet li welatên ku Kurdistan dagir kirine ev guherîn heye. Divê Kurd ji van geşedan û guhertinan sûdê werbigirin.

Divê hêzên cuda yên yekîtiya neteweyî bên bihêzkirin û hemû hêz, nêrîn û armancên hevpar bi hev ve bêne girêdan.”

Dawiyê, KNK’ê kiryarên şovenîst ên dewleta Îranê bi tundî şermezar dikin.

Û bang li xelkê azadîxwaz û demokrasîxwaz ê Kurdistan û Îranê kir ku rê li ber komkujiyên dewletê bigirin.

Back to top button