Mazlûm Ebdî: Em serhildana li dijî kuştina Jîna Emînî silav dikin

Siyasetmedar û Fermandarên Kurd ên bakur û Rojhilatê Kurdistanê kuştina Jîne Emînî şermezar kirin.

Fermadarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezûm Ebdî derbarê xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û kuştina jina Kurd Jîna Emînî peyamek weşand.

Ebdî diyar kir ku Kuştina Jîna Emînî bi navê exlaqê binkeftina exlaqî ye, cihê şermezariyê ye.

Mezlûm Ebdî xwpêşandarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên slavkir û got:

“Em tevlî dengên ji bo Amînî bilind bûn dibin û serhildêran silav dikin.
Divê pirsgirêka Kurd û ya jinê li Îranê bi rêbazên guncaw çareser bibe.
Sersaxiyê ji Malbatê û gelê Kurd re dixwazin.”

Îlham Ehmed: Divê jin li hemberî rejîma zordar li her derê rabin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî diyar kir ku kuştina jinê polîtîke û got:

Pisgrêka jin bi serê xwe polîtîke, lewra hatiye bin dest kirin. Jin sinifa yekem di dîrokê de hatî kole kirin. Xwedî derketina li jinan, xwedî derketina li jiyanêye. Di kesayeta jîna emînî de jin tev tên armanc kirin; hebûn û nasnameya jinê tê hedefgirtin.

Îlham Ehmed bang li jinan kir ku têkoşîna xwe li seranserî cîhanê li dijî rejîmên zordar û cinsiyetparêz bilind bikin.

Back to top button