PDK di bin siya ala Kurdistanê de ji bo arteşa Tirk baregehên leşkerî çêdike

PDK ji bo berjiwendiyên xwe yên şexsî nirx û pîroziyên netewî yên gelê Kurd xistiye xizmeta dewleta Tirk a dagirker.
Li gorî dîmenên ku gihîştin ajansa ANF’ê, PDK di bin siya ala Başûrê Kurdistanê de li Amediyê ji bo artêşa Tirk baregeheke leşkerî çêdike.

Dewleta Tirk li şerê herêma parastina Medyayê ya li dijî gerîla de têk diçe. PDK jî ji bo pêşiya têkçûna tirkî bigre bi her awî bi wê re alîkar e.

Beriya niha HPG’ê ragihandi bû ku PDK li xeta Amediyê ji bo pêşî têkçûna leşkerên Tirkî bigrê jê rê çêdike.

Ajansa Firatê dîmenê herêma navborî kişadn û ji raya giştî re parvekir.

Ev baregeh jî li Qada Komoanda ya li Girê Amediyê tê çêkirin, ku gerîla niha li wê derê bi rengekî çalak şer dike.

Di dîmen de tê dîtin ku PDK’ê ala Herêma Başûrê Kurdistanê li ser vî girî çikandiye û çend mitir leşkerên tirkî dûrî vê girêne..

Rojnamevan Kûrtay Serhat ku vê dîmenê kişandiye diaxive û dibêje:

“PDK di bin siya ala Başûrê Kurdistanê de ji artêşa Tirk re qereqolê çêdike.”

Artêşa Tirk a dagirker şeva 4’ê Tîrmehê leşkerên xwe li vê deverê daniye û li wirin.

Li vî cihê ku al hatiye çikandin, leşkerên Tirk bûn hedefa gerîla. Leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bû.”

Li heman nuqteya ku 6’ê Tîrmehê li leşkerên Tirk hate xistin, ala Kurdistanê hatiye çikandin.

Hinekî jê wêde jî qereqol tê çêkirin.

PDK bi mehan e ji bo dewleta Tirk li cihên dagirkirî baregehên leşkerî çêbike, seferber bûye.

Her wiha gelek caran bi hawara leşkerên Tirk ve çû, ku artêşa Tirk derbên giran ji gerîla dixwe.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan jî 22’ê Îlonê di hevpeyvîneke xwe de ku li ANF’ê hate weşandin, diyar kiribû ku piştgiriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk re ji bo Başûrê Kurdistanê pêşî li çareseriyê digire.

Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide di navbera Kurdan de şer bide destpêkirin û gotibû:

Ji ber vê yekê em gelekî hesas tevdigerin, lê belê PDK qet hesas tevnagere.”

Her wiha Karayilan bang li her kesî kiribû ên dixwazin vê rastiyê bi xwe bibînin ku bên Amediyê.

Back to top button