Di çalakiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de heta niha herî kêm 50 kes hatine kuştin

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hefteyek li pey xwe hişt.
Gel tevî êriş û kuştinên rejîma îranê dev ji qadan bernade. Li gor rêxistina Mafê Mirovana a Îranê heta niha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 50 çalakger hatine kuştin bi sedan jî birîndarin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 50 kes hatine kuştin

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşên li dijî kuştian jina Kurd Jîna Emînî û polîtîkayên rejîma Îranê di roja 8’an de didome.

Xelkên Rojhilatê Kurdisan û îranê doh jî li qadan bûn.

Di encamê xwpêşandanan de li Rojhilatê Kurdistanê pêvajoyek nû destpêkiriye. Li gor malpera Hengaw dibêje bajarê Şîno ji aliyê çalakvanên Kurd ve hatiye rizgarkirin û hemû hêzên îranê li vê navçeyê derketine.

Ev der jî paytexta Îranê tahrane kurd, ezerî fars bi yek dengî desthilata rejîma îranê şermezar dikin.

Ev der bajarê Kirmanşan e çalakvanên li vê bajarê bi durişma “Bijî Kurdistan” posterên rayedarên îranê tînin xwarê.

Xwepêşandêr bi dirûşma bimre tîktator hêrsa xwe li hember desthilata faşîst a rejîma îranê anîn ziman

Rejîma Îranê li heber van xwpêşandana êdî bi awayeke eşkere çalakvanan dike armac
ev jî yek ji wan dîmê sûcê hêzên îranê ye.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşandanên seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî de 50 xwepêşander hatine kuştin û rojnamevan jî di nav de bi sedan xwpêşandêr birîndar bûne. dimenê arşîv yê birîndaran karbînin

Back to top button